• Sunday, 22 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîaya êşkencekirina zarokên DAIŞî ne rast e

Gulan Media January 30, 2017 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîaya êşkencekirina zarokên DAIŞî ne rast e
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiv da îdîayên Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan û daxuyand, ku îdîayên dibêjin êşkence li zarokên girtî yên DAIŞî hatine kirin, ne rast in.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) di raporekî de behsa wan zarokên bi tometa endamtiya DAIŞê li Herêma Kurdistanê hatine girtin dike û dibêje; “Ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine êşkencekirin.”

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan amaje bi wê yekê dike, ku li Harêma Kurdistanê di meha Tîrmehê de 17 zarok bi tometa endamtiya DAIŞê hatine girtin û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rastê êşkence û reftarên xirap hatine.

Di raporê de tê gotin, “Ev zarok jî beşek ji wan 183 zarokên din, ku ji ber endamtiya DAIŞê hatine girtin. Temenê van zarokan di navbera 11 û 17 de ye. Asayîşê bi cigare canê wan şewitandiye, bi boks, şemaq, kablo û sondeyan li wan daye û herwiha dane ber elektrîkê.”

Di raporê de herwiha tê îdîakirin, di dema girtinê de ji bo van zarokan parêzer nehatiye dabînkirin, di dema girtinê de zarokan nekarîne ligel malbata xwe pêwendiyê daynin herwiha bingeha yasayî ya darizandina van zarokan ne zelal e.

Berpirsê Fermangeha Pêdaçûn û Bersivdana Raporên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî bersiv da îdîayên Human Rights Watchê û got; “Çavkanî û amarên ku ev rêxistin pişta xwe pê girêdide ne diyar in û datayên wan ne rast in.”

Zêbarî ji Rûdawê re got: “Di mijara êşkencedan û danûstandina ligel van tometbaran de weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyên me ji Neteweyên Yekbûyî, Xaça Sora Navdewletî û heta ji bo Human Rights Watch jî vekiriye. Ev ne yekemîn car e, ku ev rêxistin bi mezinkirina mijarê bi zanebûn manşetekê wiha yê tometan li ser Herêma Kurdistanê dinivîse.”

Ji sala 2014ê ve piştî êrîşên DAIŞê yên li ser xaka Kurdistanê hejmarke zêde yê endamên vê rêxistinê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.

Rudaw
Top