Firokexaneya Hewlêrê: Geştyarên Amerîkayê dikarin pereyên xwe şûnde werbigrin
Roja 28ê Çileya 2017ê Knsolxaneya Amerîkayê li Hewlêrê agahdariyek ji bo hilgirên vîzeya Amerîkayê belav kir û ragihand; Li ser hîmê biryara serokatiya Amerîkayê, bi tevî vîzeyên Schengenê îsal ji 27ê Çileyê heta 27ê Nîsanê dayîna vîzeyan hatiye sekinandin. Ji bo welatiyên Iraq, Lîbya, Sûriye, Îran, Sûdan, Somalî û Yemenê dayîna vîzeyan hatiye rawestandin.”
Rêvebera Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Telar Fayeq ji Rûdawê re ragihand; “Ji aliyê Konsolxaneya Amerîkayê ve ji bo me ti rênimeyek nehatiye şandin. Lê ji bo hêlên esmanî hatiye şandin.”
Fayeq da zanîn ku roja Şemiyê li Firokexaneya Hewlêrê tenê kesek şûnde hatiye vegerandin.
Telar Fayeq herwiha got, ku ew kesên bilêta çûna Amerîkayê birîne nikarin geşta vî welatî bilin lewma jî dikarin serdana hêlên esmanî bikin û pereyên xwe şûnde werbigrin.
Rêvebera Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji bo wan kesên ku zû bi zû serdana Amerîkayê dikin an ew kesên xwedan karta kesk in û dixwazin herin Amerîkayê jî got; “Ew kes dikarin serdana Konsolxaneya Amerîkayê an jî hêlên esmanî bikin û ji wan bipirsin ka gelo dikarin geştê bikin yan ne.”
Rudaw
