Îran bi heman şêweyî bersiva Amerîkayê dide
Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê derbarê pêşnûmeya ku çûna welatiyên 7 dewletan bo Amerîkayê sînor dike de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê de wiha hatiye gotin: “Hikûmeta Îranê ji bo parastina gelê Îranê hem li welat û hem jî li derveyê welat, piştî lêkolînkirina biryara Amerîka, dê gavên guncayî di astên siyasî û yasayî de bavêje.”
Herwiha di wê daxûyaniyê de hatiye ragihandin ku Îranê sond xwariye ku tedbîrên weke biryara Amerîka ji bo parastina welatiyên xwe bigire û ew jî weke biryara Amerîka, nehêlin welatiyên Amerîka derbasî Îranê bibin.
Rudaw
