• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Gulan Media January 29, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Roja şemî 28.01.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de pêşveçûnên dawî ya şerê dijî Da'îş li Musil û metirsî û gefên li ber paşaroja parêzgeha Nînowa û qonaxa piştî Da'îş xistin ber behs û guftûgoyan.

Her li vê civînê de di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û peywendiyên dû qoliyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Brîtanya li qonaxa niha û paşarojê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de Balyozê Brîtanya li Iraqê stratejî û siyaseta welatê xwe ya di derbarê rewşa navdewletî û guhertinên siyasî ji bo Serok Barzanî xisterû.

Rudaw
Top