• Sunday, 22 February 2026
logo

Heşda Şebî lijneyek bo lêkolîna topbaran kirina hêzên pêşmerge pêkanîn

Gulan Media January 28, 2017 Nûçe
Heşda Şebî lijneyek bo lêkolîna topbaran kirina hêzên pêşmerge pêkanîn
Heşda Şebî ya şîe, lijneyek bo dûvçûna egerên bûyera topbaran kirina cihên pêşmerge li Şingalê pêk anî.

Di ragîhandinekê da, Ehmed Esedî peyvdarê Heşda Şebî ya şîe got: hêzên pêşmerge pişkekin ji sîstema bergirîya Îraqê û hevpişk û birayên serekî yên Heşdê ne di berhingarbûna Daişê da û çendîn xalên hevpişk û hemahengîyê di navbera herdu alîyan da hene.

Daye zanîn jî ku wan lijneyeka bilind û taybetmend, bo dûvçûna egerên bûyera topbaran kirina cihên pêşmerge ji alîyê hêzên wan ve pêk anîye.

Ev di demekî daye ku wezareta pêşmerge pêştir jî ragîhandîye ku zêdetir ji carekê, Heşda Şebî hêzên pêşmerge topbaran kirine û hoşdarî jî dane di haletê dûbarebûna her revtarek weha da, hêzên pêşmerge dê helwistekê dijwar hebe.

War.tv
Top