Almanya salek din hêzên pêşmerge meşq dide
Hikûmeta Almanya biryara dirêj kirina demê meşqdana hêzên pêşmerge berî du rojan da û doh perlemanî wî welatî li dor biryarê kom bû û bi piranîya dengan li ser wê biryara hikûmetê razî bû û sed û pêncî serbazên Almanya ku bo meşqdana hêzên pêşmerge li herêmê ne, bo demê salek din, dê li ser karê xwe berdewam bin.
Frank Valter Ştayinmayer, wezîrê derve yê Almanya berî niha pesna rolê hêzên pêşmerge kiribû û dabû zanîn; rojhelatê Mûsilê bi rengekê azayane ji alîyê hêzên pêşmerge û supayê Îraqê ve hatîye rizgar kirin.
War.tv
