Fermandeyekî Pêşmerge: Eger Pêşmerge nebûya artêşa Iraqê nikarîbû derbasî nav Mûsilê bibe
Fermandeyê Pêşmerge û berpirsê eniya Guwêrê, Cemal Mortke ji BasNewsê re got, eger Pêşmerge nebûya artêşa Iraqê nikarîbû derbasî nav bajarê Mûsilê bibe.
Cemal Mortke her wiha got, Pêşmerge di qonaxa yekem a şerê Mûsilê de pişta DAIŞê şikand û paşê artêşa Iraqê karî derbasî nav bajêr bibe.
Wî fermandeyê Pêşmerge da xuyakirin ku azadkirina Mûsilê bûye sebeba hevrikiyek tund di navbera aliyên Iraqî de û got, li beşekî bajêr de DAIŞê hatiye şikandin ev jî rêya wê yekê vedike ku DAIŞ bi yekcarî li Iraqê nemîne.
Basnews
