Rêveberek YNKê bo Gorran: Çima di vê demê de êrîş dikin ser me?
Endamê civata niştimanî yê Tevgera Gorran Ebdula Kwêxe Mubarek roja 23.01.2017ê di tora xwe ya civakî facebookê de tometek aşkera kir û got: ‘’Çend berpirsên YNKê yên xwedî erkê biryardayînê ne belgeyên abûra exlaqî û siyasî di derbarê wan de hene.’’
Endamê parlamentoya Iraqê yê fraksiyona YNKê Mihemed Osman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di êrîşên ragehandina Gorran ên ser YNKê de çi tiştekê bidest naxin, dervey dubendiya siyasî û ava kirina rewşeke xirab li herêmê. Ji bo vê jî em daxwaz li Tevgera Gorran dikin ku rewşa Kurdistanê li ber çav bigrin û karek wisa nekin ku şerê ragehandinê ava bikin.’’herwaha got: ‘’Eger belgeyên xirap li ser YNKê hene, bila Gorran biçe serî li dadgehê bide.’’
Ji aliyê din ve yek ji rêveberê YNKê yê navenda biryar û vekîlê wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Tiştê ku naha Gorran dike, helmeteke ragehandinê ye û ne gefxwarine, lê dikeve nav qalibê teşhîrê, ji ber vê jî her rêvebereke YNKê li gel Gorran navê wî bê teşhîr kirin, dikare rêyên yasayî li hember vê yekê bigrin pêş xwe.’’
Herwaha got: ‘’Tevgera Gorran bi rêya berpirsên xwe ve ragehandiye ku belgeyên abûrbirina exlaqî yên berpirsên YNKê li gel wan heye, bila Tevgera Gorran navê wan kesan aşkera bike û bibêje ev abûrçûna exlaqiye.’’ Û got: ‘’Li Kurdistanê wa lê hatiye ku her kesek li gor xwastekên xwe diaxive. Em jî dipirsin çima Gorran di vê demê de êrîş dike ser YNKê?’’
basnews
