Hikûmeta herêmê: Bo vegerana awareyan dê alîkarîyê bikin
Li gorî malperê fermî yê civata wezîrên herêma Kurdistanê, ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê û heta niha herêmê pêşwazî li 95 hezar awareyan kirîye û gotîye; piştî rizgarkirina deverên wan herêm ya amadeye li gorî îmkanên xwe alîkarîya wan bikin yên li ser daxwaza xwe vegerin.
Civata wezîran amaje kirîye ragîhandineka wezareta navxwe ya herêmê û têda behsa rolê sazîyên herêmê li dema pêşwazîkirina awareyan girtine ber kir û got: bi kontrolkirina alîyê çepê yê Mûsilê, hikûmeta herêmê di rêya sazîyên raspardî kar dike bo wan awareyên li ser daxwaza vegerin bo deverên hatin rizgarkirin.
Wezareta navxwe ya herêmê jî daxistina her core kempeka awareyan bi dûr û berovajî sîyasyeta hikûmeta herêmê li qelem daye, herwesa daxwaz ji hikûmeta Îraqê û civakê Navdewletî kirîye berdewam bin li ser alîkarîyên mirovatî bo awareyên herêmê.
War.tv
