Eniya Tirkmen piştevanî li daxuyaniyên Barzanî dike
Îro 25.01.2017ê parlamenterê Kurdistanê Aydin Meruf di civîneke çapemeniyê de ragehand, ku li gor nêrîna eniya tirkmen hemû lîsteyên li parlamentoyê ku yek ji wan du kursî hene, bila fraksiyonek an jî kutleyekî hevbeş ava bikin.
Li gor wî parlamenterê eniya tirkmen, pêwîste di civîna giştî ya hemû partiyan de ew jî beşdar bibin û dijatiya partiya xwe ya jî bo civîna 5 partiyên serekî yên Kurdistana başûr ragehand.
Berî naha serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de li Davos ragehandibû, nabe careke din tenê ew pênc partiyane beşdarê civînan bikin û biryar derbarê pirsgirêkan de û paşeroja Kurdistana başûr ve bidin.
Herwaha di heman hevpeyvînê de Mesûd Barzanî behsa giringiya beşdarbûna hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û biryarên giring û çarenivîs saz û hewldanên bo çareserkirina pirsgirêkan de, ragehand: careke din dê civînên 5 partiyan tenê pêkneyê.
basnews
