• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Stenbolê serxwebûn Kurdistanê tê gotûbêjkirin

Gulan Media January 23, 2017 Nûçe
Li Stenbolê serxwebûn Kurdistanê tê gotûbêjkirin
Foruma El Sharq, li ser dahatiya aborî û têkiliyên aborî yên Kurdistanê digel welatên Ereb li Stenbolê panelekê saz kir. Pisporên ku beşdarî panelê bûn, ji bo zêdetir pêşketina aboriya Kurdistanê digel welatên cîran bal kişandin ser girîngiya ewlehî û serxwebûna Kurdistanê.

Pispor û lêkolînerên Kurd û Ereb ji bo axaftina li ser têkiliyên aboriyê yên navbera welatên Rojhilata Navîn û Ereb li Stenbolê di panela Forum El Shar de hatin cem hev. Li ser îqtîsadiya Kurdistan û têkiliya aboriyê Kurdistanê jî ligel welatên cîran jî hat qisekirin.

Serokê Foruma El Sharqê û rêvebirê giştî yê berê yê kanala El Jazeerê Wadah Khanfar amaje kir ji bo pêşketina têkiliya Kurdistanê ligel welatên Ereb berî her tiştî pêwistî bi ewlehiyê heye.

Khanfar ji K24ê re wiha axivî: “Kurdistan di dilê Şarqê de cîh digire û hêzeke mezin e. Pêwîst e Kurdistan bibe dewlet û serbixwe bibe, di warê siyasî û aboriyê de xwe bi pêş bixe. Divê welatên Ereb ligel Kurdistanê pêwendiyên xwe zêdetir bike. Divê hemû neteweyên Ereb, Faris û Tirk bi awayeke aştiyane nêzîkî Kurdistanê bibin. Ewlehiya herêmê jî bo dahatiya aboriya Kurdistanê jî gelek girîng e.”

Di panelê de lêkolîner Şaho Qaraqaxî li ser têkiliya aboriya Kurdistanê û Tirkiye axivî û dest nîşan kir ku ji bo di navbera Kurdistan û welatên derve de têkiliyeke baştirîn hebin pêwist e Kurdistan serbixwe bibe.

Qaradaxî got: “Welatên Ereb divê giringiyê bidin bo Kurdistan. Têkiliyên aboriyê di nav xwe de baştir bikin. Aboriya heyî ya Kurdistan bi hewlên serxwebûnê û bi rêya pêşketina pêwedniyên ligel derveyîwelêt pêk hatiye. Lazim e Kurdistan girêdayî Bexdayê nebe. Hewceye Kurdistan siyaseta xwe û têkiliya xwe ya aboriyê ligel welatên derva bi bixwe diyar bike. Bi dewleteke serbixwe Kurdistan dikare zêdetir bi pêş keve.”

Di panelê de bal kişandin ser serdana gelek serkirdeyên siyasî yên cîhanî ku di demên dawî de li Kurdistanê hevdîtinên girîng pêk anîbûn. Stratejiya Kurdistanê li ser enerjî û neftê jî bo serxwebûnê weke hêmaneke girîng tê dîtin.

K24
Top