Amerîka Federaliyê wekî riya çareseriya li Sûriyê dibîne
Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed tevî şandeyeke ji Rojavayê Kurdistanê li Amarîka derbarê şerê li dijî çeteyên DIŞIê, bi berpirsên Kongrisa Amerîkî, Wezareta Karê Derve ya Amrîkayê û nûnerê koşka Spî re civiya.
Di hevdîtina bi Kongrisa Amerîkî re, rewşa Sûriyê hat nirxandin, Sîstema Rêveberiya Xweser hat pênasekirin û girîngiya ji bo azadiya jinê û biratiya gelan di navbera pêkhateyên herêmê de, hat vegotin.
Herdû aliyan derbarê destwerdanên dewleta Tirk di axa Barkuê Sûriyê de û dirêjkirina aloziya herêmê, her wiha hedefgirtina gelê kurd û tevahî gelên Bakurê Sûriyê, nîqaş kirin. Şandeya Rojava ji Kongrisa Amarîka xwest ku çareseriyekê ji dijminatiya hikûmeta AKP’ê ya bi gelê kurd re, peyda bike.
Şandeyê bi nûnerê NYʹyî li Sûriyê Maykil Ratinî re jî derbarê civîna Astana û girîngiya beşdariya nûnerên gelê Sûriyê û hêzên Sûriye Demokratîk, nîqaş kir.
