Partiya Beis li Rojavayê Kurdistanê dest bi civînan kir
Xelef El Muftah ligel Şandeke pilebilind a partiya Beis a Sûriy duh gihşt balafirxaneya Qamişlo û îro li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê dest bi kongreyên xwe yên hizbî kirin.
Endamê Serkirdatiya Qutrî ya Partiya Beis, Dr Xelef Elmuftah ji Rûdawê re ragihand, ku civînên wî li Qamişlo û Hesekê berdewam dikin, û di cîvînên îro de, ku bidawî hatin, behsa çawaniya xurtkirina artêşa hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê li parêzgeha Hesekê hat kirin.
Serdana berpirsên partiya Beis û Hikûmeta Sûriyê bo Rojavayê Kurdistanê û bajarên kurdî di demekê de ye, ku ew herêm di bin desthilata ‘Rêveberiya Xweser’ de ye, ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokatîk (PYD) û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, ku herî dawî di Kongreya Rimêlanê de, navê wê herêmê bi ‘Federaliya Bakurê Sûriyê’ hat guherandin.
Rudaw
