Pentagon: Li Sûriyê herî kêm 100 çekdarên El Nusrayê hatin kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, şeva borî firokeyên şer yên bê pîlot li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê li kampên çekdarên Cebhet El Nusrayê dan.
Li gorî agaihyên Pentagonê, di wê êrişê de herî kêm 100 çekdar hatin kuştin.
Pentagonê her wiha daye zanîn ku beriya wê êrişê, firokeyên şer yên bê pîlot li Lîbyayê li DAIŞê dabûn û zêdetirî 90 çekdarên wê rêxistinê kuştibûn.
basnews
