Di xwepêşandanên li dijî Trump de 220 kes hatine desteserkirin
Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump roja Înê li Waşîngtonê sond xwar û bi fermî dest bi kar kir.
Piştî sondxwarina Trump li Waşîngton DCyê de li dijî Trump xwepêşandan hatine sazkirin. Di dema xwepêşandanan de bi sedan kesên ku mask xistibûn rûyê xwe û agir berdana otomobîlan.
Di navbera polîsan û xwepêşanderan de pevçûn derket û di encamê de 6 polîs birîndar bûn û 220 xwepêşander jî hatine girtin.
Rêveberê Polîsên Waşîngtonê Peter Newsham, ji rojnamevanan re ragihand, ku li gelek deverên paytext li dijî Trump xwepêşandan hatine kirin.
Ji gelek wîlayetên din ên Amerîkayê bi sedhezaran kes jib o beşdarî mesa jinana bibin, hatine Waşîngtonê.
Tê çaverêkirin xwepêşandanên li dijî Donald Trump berdewam bikin.
Rudaw
