• Sunday, 22 February 2026
logo

Divê diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de des pê bike

Gulan Media January 19, 2017 Nûçe
Divê diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de des pê bike
Li bajarê Hewlêrê, roja 19.01.2017ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel Yan Kobish nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê, civiya û ew hevahengiya baş ya di navbera pêşmerge û arteşa Îraqê de heye bilind nirxand û Kobish hvî xwest ku deverên hatine azadkirin aram bibin û xelkê wan deveran bo ser mal û milkê xwe vegerin. Wî sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku koçberên operasyona Mûsilê hewandine.

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî got ku destpêkê danûstandinên çir û erênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê kirin û ew hevahengiya baş a di warê leşkerî de di navbera Bexda û Hewlêr heye encama wan danûstandina bû, lê di warên din de weke pêwîst hevahengî nine û ji bona baştirkirina hevahengiyê divê her du alî cidîtir bixebitin û Neteweyên yekgirtî jî amadeye di vê çarçoveyê de hevkariyê bike.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hewilên Neteweyên Yekgirtî kir ji bona dirustkirina wê hevahengiya leşkeî di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye û got ku Herêma Kurdistanê ji bona destpêkirina diyaloga direkt û cidî digel hikûmeta federaliya Îraqê amadeye ku hemû pirsgirêkên hilawîst bên çareser kirin, bi tyabetî pirsênweke budce û çavkaniyên xwezayî.

Barzanî behsa operasyona azadkirina Mûsilê kir û got ku, ji bona çareserkirina wan pirgirêkên li deverê çêbûne, gelek giringe diyaloga siyasî di navbera pêkhateyên Îraqê de bê amadekirin, siyaseta şaş a hikûmetî berê ya Îraqê gelek pirsgirêk û alozî li deverên Suneyan çêkirine û ew hemû pirsgirêkên di navbera pêkahteyan de hene divê bi rêya diyalogê bên çareser kirin.

Top