• Sunday, 22 February 2026
logo

ENKS ji sîstema parêzgehan ber bi yekperçebûna Kurdistana Sûriyê

Gulan Media January 7, 2017 Nûçe
ENKS ji sîstema parêzgehan ber bi yekperçebûna Kurdistana Sûriyê
Berî 8 mehan û di roja 3 Gulana 2016an de reşnivîsa projedestûreke Komîteya Yasayî ya girêday Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku ji 117 bendan pêk hatibû belav kiribû, vê carê ENKSê projedestûrek bi navê “Pêşniyarek ji bo Birêvebirina Herêmên Kurdî li Sûriyê” belav kiriye û ji mafê her parêzgehek bi sere xwe bibe herêmek, daxwaza yekperçebûna Kurdistana Sûriyê dike.

ENKSê ku pirojedestûreke nû belav kiriye, tê de hatiye ku, ew ji encamên civîn û danûstandinên di 12 Mijdara 2016an de derketiye û tê de hatiye “Ji bo cibicîkirina veguhartina demokratîk di Sûriyê de, parastina azadî, rûmet û mafên welatî û civakê. Ji ber parastin û pirengiyê li herêmê. Ji ber parastina dewleta yasayî û danîna sînorekê ji dûrxistin û cuhdahiyan re. ji ber parastina pêkvejiyana aştiyane û niştimanî, bo geşepêdana aborî di herêmê de û gerantiya jiyaneke seretayî ji nifşên bê re, gelê Herêma Kurdistana Sûriyê wek beşek ji dewleta Sûriyê vê pêşniyarê pêşkêş dike.”

Li gor wê reşnvîsa berê ya 3 Gulana 2016an K24ê belav kiribû, tê de hatibû “Projedestûra ENKSê ji 117 bendî pêk tê. Tevahiya bendên projeyê behsa avakirina Sûriyekê demokrat perlemanî û federal dikin, ku li gor projeya destûrê mafê her parêzgehekê heye ku, herêmek federal pêk bîne, heger ev yek daxwaza 60 ji sedî be ji xelkên wê parêzgehê.”

Lê li gor di reşnivîsa niha de hatiye, ENKS navê Kurdistana Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê dike û weke herêmeke federalîzm ser bi Sûriyê ve dide naskirin.”

Ku di madeya sêyemîn ya destûra ENKSê de hatiye, “Cugrafiya Herêma Kurdistana Sûriyê yek parçe ye û divê hikûmeta Herêma Kurdistana Sûriyê û hikûmeta Sûriyê dibin serpereştiyeke navdewletî de sînorên Kurdistana Sûriyê deyinin.”

Li gor zanyariyên K24ê û li gor berê Serokê Komîteya Yasayî ya ENKSê parêzer Derwîş Mîrkan ji K24ê re diyar kiribû, ku ENKSê ti destûrek ji Kurdistana Sûriyê amade nekiriye, evên hene jî proje û pêşniyar in, ji ber ku heta yek ji van projeyan bibe destûreke fermî, pêwîstiya wê bi pesendkirina Emîndariya Giştî ya ENKSê heye.

Bo dîtin û xwendina raporta 3 Gulanê ya ku K24ê belav kiriye, dikarin li vir kilîk bikin.

K24
Top