Ensarîoglu: Barzanî hevalbendê me yê herî girîng e
Ensarîoglû, li Diyarbekirê ji bo K24’ê ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî hevalbendekî ji dil û hêzdar e. Li gorî Ensarîoglû, di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr, Bexda û Tirkiyeyê de dê piştgiriya aştiya Rojhilata Navîn bike.
Galîp Ensarîoglû yê ku di heman demê de Serokê Şandeya Dostên Tirkiye û Iraqê ye jî, dê bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim re serdana Bexda û Hewlêrê bike.
K24
