Rewşa tenduristiya Ehmed Turk xirabe!
Herwaha ragihandin ewr ketiye li ser çavê wî û demildest pêwîstî bi neştergeriyê ango emeliyatê heye û her wiha ji ber tengejeya dil, di dilê wî de pîl hene û ji ber ku rojane kontrola dil nake rewşa tenduristiya wî di metirsiyê de
Ehmed Turk (74 saliye) di ji 24 Mijdarê ve li girtîgeha Silîvriyê girtiye, di dilê wî de pîl heye û mehane pêwîstiya wî bi çavdêriya bijîşkî heye.
Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksegdag û 10 parlementerên wê partiyê li gel hejmarek mezin ji Şaredarên Bakurê Kurdistanê, ji wan Ehmet Turk, Gulten Kişanak û Bekir Kaya bi tometa propagandaya PKKê re di zîndanê de ne.
Basnews
