Serokê ENKSê Îbrahîm Biro: Tirsa wê heye PYDê li dijî me şer ragihîne!
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro derheqê zilm û zora ku PYDê li ENKSê û partiyên Rojava dike, ji BasNewsê re got, fişara PYDê li ser me û partiyên din roj bi roj zêdetir dibe û tirsa wê heye li dijî me çek bikar bînin.
Îbrahîm Biro her wiha got, em hemû aliyan agahdar dikin ku em ne şerê birakujiyê dixwazin û ne jî me hêcetek wisa daye destê PYDê ku şerekî wiha bike. Jixwe PYD ji mêj ve dixwaze şerê birakujiyê bike.
Biro da xuyakirin ku ruxmî wê yekê ku pêşmergeyên wan heye lê heta niha ji tirsa şerê birakujiyê pêşmergeyên xwe derbasî Rojava nekirine û got, lê PYDê xwe ji bona şerê birakujiyê her wiha şerê li dijî Kurdistana Başûr tûj kiriye. Bila her kes bizane ku eger tiştekî wisa qewimî, gunehê wê di stûyê PYDê de ye.
basnews
