Lêjneya Navxwe ya Parlamentoya Kurdistanê: PKK wisa dike Tirkiye li Kurdistanê bide
Parlamenterê Kurdistanê û endamê Lêjneya Navxwe ya parlamentoyê Merdan Xidir ji BasNewsê re got, PKKê li deverên sînorî yên Kurdistana Başûr bi dehan gund dagîr kirine û niha jî dixwaze cihê xwe li wan deran fireh bike. Xalên pişkinînê daniye û bac û serane ji xelkê distînin.
Merdan Xidir her wiha got, PKK ji bilî wê ku li Şingalê xelk tengav kiriye, nahêle saziyên sivîl û xêrxwazî jî derbasî gundan bibin û alîkariya xelkê bikin. Hikûmet jî nikare wan gundan avedan bike.
Wî parlamenterê Kurdistanê da xuyakirin ku PKKê behane daye destê Tirkiyê da ku Kurdistanê bombebaran bike û got, ev rewş dê heta dûmahîka wiha nemîne.
Basnews
