• Monday, 23 February 2026
logo

Tirkiyê bo gitina Babê ji Amerîkayê alîkarî xwast

Gulan Media December 27, 2016 Nûçe
Tirkiyê bo gitina Babê ji Amerîkayê alîkarî xwast
Artêşa Tirkiyê bo girtina bajarê Babê yê li bakurê Sûriyê, 500 komandoyên xwe bo wê herêmê birê kir. Herwiha Artêşa Tirkiyê 1 hezar û 400 çekdarên dijbereyê ku ji Helebê derketibûn, bo beşdarbûn di şerê Babê de şandine wê herêmê. ji Aliyekê din ve Tirkiyê bo gitina Babê ji Amerîkayê alîkarî xwast.

Hat ragihandin ku, Artêşa Tirkiyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de ji Tugaya Komando ya 1emîn a Kayseriyê 500 komandoyên din ber bi herêma Babê ve şandin.

Operasyona Artêşa Tirkiyê ya bi navê Mertalê Firatê di nav axa Sûriyê de berdewam e û li gorî zanyariyên nû, Artêşa Tirkiyê bo girtina bajarê Babê, hejmara hêzên xwe di nava axa Sûriyê de zêdetir dike.

Li gorî agahiyan, di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de, Tirkiyê 500 komandoyên din ên ser bi Tugaya Kayseriyê şandin herêma Babê.

Rojnameya Yeni Şafak a Tirkiyê di raportekê e ragihand, ji Tugaya Komando ya 1emîn a Kayseriyê grûpek ku herî kêm ji 500 komandoyî pêk dihat ber bi herêma Babê ve hatin birêkirin kirin.

Her li gorî heman rojnameyê de, Artêşa Tirkiyê 1 hezar û 400 çekdarên ser bi Artêşa Sûriyeya Azad jî ku piştî şikesta dijbereyê, ji Helebê derketibûn, ber bi herêma Babê şandin, da ku di şerê kontrolkirina bajarê Babê de beşdar bibin.

Ji destpêka operasyona xwe ya di nav axa Sûriyê de, Artêşa Tirkiyê heta niha 37 leşkerên xwe ji dest dane, ew yek jjî zêdebarî birîndarbûna bi dehan leşkerên din.

Her di vê bareyê de, Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî, bo operasyona kontrolkirina Babê, ji Amerîkayê alîkarî xwast.

Îbrahîm Kalin ji Amerîkayê daxwaz kir, ku di operasyona kontrolkirina Babê de alîkariya hêzên Tirkiyê bike.

Kalin herwiha got, Amerîka û hevpeymaniya navdewletî dikare bi riya êrîşên esmanî alîkaryeke mezin pêşkêşî Tirkiyê bike,

Kalîn tekez kir, lê belê heta niha Amerîka ne amade ye di operasyona kontrolkirina Babê da beşdar bibe.

Koşka Spî berî niha ragihandibû, ku ew operasyon bi bê agahdarkirina Washingtonê hatiye destpêkirina û dabû xuyakirin, ku Amrîka piştgiriyê nade wê operasyonê.

Bajarê Babê hêj di kontrola rêxistina DAIŞê de ye.

Rudaw
Top