ENKS: Şoreşa PYDê, valakirina Rojava û li dijî kurdan bû!
Pirsgirêk û mijara lihevhatin û nelihevhatina TEV-DEM û ENKSê ji destpêka şoreşa Sûriyê û heya niha, hîn weke xwe berdewam e. Di van demên dawiyê de jî berpirsekî PYD (TEV-DEM) bi navê Aldar Xelî, di kongreya 4emîn ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê (PÇKS) ku li bajarê Amûdê birêve çûbû, behsa ENKSê kiribû û hebûna ENKSê di nav opozîyonê de weke aliyê neyar nirxandibû. Herwiha gotibû, ew amade ne diyalogê bi ENKSê re bikin.
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro bersiva Aldar Xelîl da û ji K24ê re got: “Ti vexwendin ji aliyê TEV-DEMê ve nehatiye kirin. Gotina ku di kongreyê de hatiye kirin jî, ne ji bo danûstandinê bû, tenê gefek bû.”
Îbrahîm Biro her wiha got: “Derbarê rêkeftinên berê yên 50 bi 50 de, heger niha bê pirsîn ka careke din ew yek wek xwe bimîne yan na, ez dibêjim ku piroje hatiye guhartin, ji ber ku PYDê dest ji pirojeya netewî ya Kurdî ya di wan rêkeftinan de berdaye.”
Li ser gotina Aldar Xelîl ya dibêje pêwîst e ENKS tevlî şoreşa Rojava bibe jî Biro got: “Ew şoreş li dijî kê bû? Ew navê şoreşê lê dikin, hîn berî ku DAIŞ hebe, wê demê û gava navê şoreşê bikar anîn, ew şoreş li dijî kê bû? Me nedît ku li dijî rêjîmê be! Tenê şoreşek li dijî miletê Kurd bû û valakirina Kurdistana Sûriyê bû.”
