Artêş û hikûmeta Tirkiyeyê berê Rûbarê Dîcleyê guhertin
Li gor jêderên herêmî ji Rojavayê Kurdistanê artêş û hikûmeta Tirkiyeyê bo dijatî kirina Kurdan li Rojavayê Kurdistanê dest bi cîhbicîh kirina planeke nû kirine û ew yek jî guhertina berê çemê Dîcleyê ye.
Jêderên han diyar kirin ku artêş û hikûmeta Tirkiyeyê berê çemê Dîcleyê guhertine û dane ber gundê Eyn Dîwarê û pira Romanî.
Jêderên han eşkere kirin ku di encama plana han ya hikûmet û artêşa Tirkiyeyê de gelek cêyên dîrokî yên Rojavayê Kurdistanê di bin avê de mane bitaybetî pira dîrokî ya Romanî.
