• Monday, 23 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê li Germiyanê: Heşda Şeibî dixwaze çekên giran li Xurmatû bicîh bike

Gulan Media December 26, 2016 Nûçe
Berpirsekî PDKê li Germiyanê: Heşda Şeibî dixwaze çekên giran li Xurmatû bicîh bike
Berpirsekî PDKê li devera Germiyanê dibêje, Heşda Şeibî dixwaze çekên giran derbasî bajarokê Xurmatû bike ev jî metirsî ye li ser Xaneqîn û deverên din.

Berpirsê PDKê li bajarê Xaneqînê, Şêx Ceifer Mistefa ji BasNewsê re got, bi qasî ku me bihîstiye Heşda Şeibî daxwaza çekên giran kiriye ji Bexdayê û dixwaze wan çekan li bajarokê Xurmatû bicîh bike.

Şêx Ceifer Mistefa her wiha got, eger Heşda Şeibî wê yekê bike wê çaxê Xurmatû, Xaneqîn û piraniya deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê dikevin bin tehdîdê.

Wî berpirsê PDKê da zanîn, piştî ku Heşda Şeibî dest bi tevgerê kir qaymeqamê Xurmatû daxwaz kir tevahiya çekdarên Heşda Şeibî derkevin derveyî Xurmatû û got, ji ber wê jî niha kêşeyek mezin derketiye. Roj bi roj Heşda Şeibî zêdetir dibe tehdîd û niha jî mijûlî navnivîsîna xortan e û dixwazin hêzên xwe zêde bikin.

Basnews
Top