• Monday, 23 February 2026
logo

Dadgehê li ser giliya Mesrûr Barzanî parlamenterek bi dayîna 110 milyon dînar mehkûm kir

Gulan Media December 23, 2016 Nûçe
Dadgehê li ser giliya Mesrûr Barzanî parlamenterek bi dayîna 110 milyon dînar mehkûm kir
Dadgeha Hewlêrê li ser giliya Şêwirmendê Encumena Asayşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, parlamenterek bi dayîna 110 milyon dînar ceza kir. Mesrûr Barzanî jî bi rêya parêzerê xwe ragihand, ewê tenê 250 dînarî ji wî parlamenterî bistîne.

Çend roj berê parlamenterê Komela Îslamî ya Kurdistanê û serokê Lêjneya Mafên Mirov li parlamentoya Kurdistanê, Soran Omer, asayişa Hewlêrê bi “revandina pêşmergeyekî” tohmetbar kiribû.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li dijî Soran Omer li dadgehê gilî kiribû.

Parêzerê Mesrûr Barzanî, Rêbwar Hadî derheqê wê dosyayê de ji BasNewsê re got, dadgehê di wê dosyayê de Soran Omer bi dayîna 110 milyon dînar (nêzîkî 90 hezar dolar) ceza kir.

Rêbwar Hadî her wiha got, lê kak Mesrûr got ku armanca wî tenê ew bûye xelkê bizanin tohmetên Soran Omer derew bûye ji ber wê jî ew dê ji bona xatirê dadgehê tenê 250 dînarî ji wî pereyî werbigire.

Basnews
Top