Firoke bi tevê 118 rêwiyan hate revandin!
Firokeyeke rêwiyan a bi modêla Airbus A320 ku ser bi Hêla Esmanî ya Afriqiyahê ye, di geşteke navxwe ya Lîbyayê de hate revandin.
Korsanan li bajarê Trablusê firoke birin Firokexaneya Luqa ya Maltayê. Di firokeyê de 111 rêwî û 7 karmendên firokeyê hene.
Kesên firoke revandine gefa teqandina firokeyê dixwin.
Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat eşkere kir, ku hêzên ewlekariyê ji bo destwerdana bûyerê di amadebaşiyê de ne.
rudaw
