• Monday, 23 February 2026
logo

Heleb bi temamî ket dest rejîma Esad

Gulan Media December 23, 2016 Nûçe
Heleb bi temamî ket dest rejîma Esad
Bajarê dîrokî yê Sûriyê Heleb di 4 salên şerên navxweyî de cihê şerên herî giran bû, bo cara yekê ji aliyê artêşa Sûrî û hevpeymanên Wê yên Rûs û grobên din ên hevkarên hikûmeta Sûrî ve, hat kontrol kirin.

Êvariya roja Pênşemê kesên dawî yên çekdarên opozisyonê û xwecihên sivîl ji aliyê rojhilatê Heleb hatin veguhastin, bajar bi temamî ket bin kontrola dewleta Sûriyê.

Şerên herî giran di 6 salên pevçûnên navxweyî de, li bajarê Helebê hatibûn encam dan, lê niha rejîma Esad bajarê herî mezin di destên grobên opozisyonê de bi alîkariya êrîşên esmanî yên Rûsyayê ve hat rizgar kirin. Heleb bajarê duyan ê herî mezin li Sûriyê ye û navenda bazirganî ya welatê Sûriyê niha cardin ket bin kontrola dewletê, ev jî dibe serkeftina herî mezin a Esad ji dema serhildana Sûriyê li sala 2011 hatî destpêkirin heta niha.

Piştî derketina 4 pasên dawî yên ku, çekdarên opozisyonê tê de bûn, kenalê fermî yê Televizyona Sûrî ragihand ku Heleb bi temamî ji aliyê dewletê ve hat kontrol kirin.

Fermandarekî leşkerê Sûrî ragihand û got "spas bo xwîna cangorîyan, bi saya qehremanên me yên hêzên arteşê û hêzên hevpeymanan û bi berxwedaniya gelê me ve careke din Heleb hate di hembêza xelkê xwe de".

‌Herweha nûçegihanê TV ya dewletê ku hejmarek xwecihên Helebê bi alayên dewletê li dorên wî bûn got êdî Heleba rojhilat û rojava nema, niha bajar yê hemû xwecihên Helebê ye.

Basnews
Top