• Monday, 23 February 2026
logo

HDP û DBP daxwaza serbestkirina Ocelan dikin

Gulan Media December 23, 2016 Nûçe
HDP û DBP daxwaza serbestkirina Ocelan dikin
Şaxên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) yên Peyasa navçeya Diyarbekirê, di 22ê Berçele de, daxwaza serbestberdana Ocelan kirin.

Şaxên herdu partiyan di konferanseke rojnamevanî daxuyandin ku, sedema berdewamiya şer û aloziyan, pêkutiyên li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocelan e û divê demildest tecrîta ku pêk tê û Ocelan nikare bi parêzer, malbat û siyasetmedaran re pêwendî deyne bi dawî bê.

Hat ragihandin ku, bi serbestbûna Abdullah Ocelan dikare rê li ber pêkhatina aştî û çareseriyê jî vebibe.

K24
Top