• Monday, 23 February 2026
logo

DAIŞê 2 leşkerên Tirkiyê şewitand

Gulan Media December 23, 2016 Nûçe
DAIŞê 2 leşkerên Tirkiyê şewitand
Çekdarên DAIŞê dîmenên şewitandina 2 leşkerên tirk belav kir.

Di dîmenên 19 xûlekî de leşkerên bi navê Serter Taş û Fethî Şahîn xwe didin naskirin. Paşî herdu leşker tên şewitandin.

Di girteya dîmenan de DAIŞ gefan li Tirkiyê dixwe, leşkeran weke “mûrted” binav dike û diyar dike, ku eger leşkerên xwe ji Sûriyê venekişin dê dîmenên wiha berdewam bikin.

Derbarê van dîmenan de heta niha ji berpirsên Tirkiyê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Herwiha, hate ragihandin, ku DAIŞê 2 leşkerên din ên Tirkiyê, ku di operasyona Mertala Firatê de revandibûn, bi gulleyan kuştine.

Piştî belavkirina van dîmenan li Tirkiyê bikaranîna torên civakî zehmet bû.

Rudaw
Top