Rûsya: Me 35 hezar çekdarên opozîsyonê kuştine
Shoygu di civînekê de bi berpirsên pilebilind yên artêşa Rûsyê re ragihand, firokeyên wan li Sûriyê 17 hezar û 800 êrîşên asmanî encam dane, 71 hezar car binkeyên teroristan armanc kirine, 725 kampên perwerdekirinê, 405 kargehên çêkirina çekan û hezar û 500 alavên leşkerî armanc kirine, di encamê de 35 hezar çekdar kuştine, ji nava wan 204 serkirde ne.
Ji aliyekî din ve, Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, serkeftina li Helebê, ne tenê ya Sûriyê ye, lê serkeftina Rûsya û Îranê ne jî.
Zêdetirî mehekê ye rejîma Sûriyê û mîlîşyatên Îranî û bi piştevaniya Rûsyayê êrîşeke tund li ser taxên rojhelatê Helebê destpê kirine, tê gotin ku tevahiya Helebê ketiye destê rêjîmê.
K24
