Yusif Mihemed daxwazê ji Bexdayê dike hêzek din di cîha Pêşmerge de ava bike
Li gor zanyariyên BasNewsê ku ji çavkaniyeke taybet ve bi dest xistiye, piştî ku 25.09.2016ê Yusif Mihemed geheşte Swîsrê di awahiya balyozxaneya Iraqê ya li Swîsre, civîneke girtî li gel balyozê Iraqê yê li Swîsrê Macid Lecmawî pêkanî û di wê hevdîtinê de behsa çend xalan kir.
Xala herî diyar a wan danûstandinan, amajeye ku hewl bê dayîn li herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de bimîne û artêşekî navendî li seranserê Iraqê ku herêma Kurdistanê jî di nav de bê damezrandin bûye. Yusif Mihemed gotiye: ‘’Pêwîste ew artêşa navendî cîhê Pêşmergeyên Kurdistanê jî bigre.’’
Herçend heta naha di vê derbarê de ti zanyariyên fermî nehatibin ragehandin jî, lê li gor daxuyaniyeke balyozxaneya Iraqê ya li Swîsrê roja 23.09.2016ê hatî belav kirin de, tê gotin Lecmawî pêşwazî li şandeyekî endamên Tevgera Gorran kirine, ku xuyaye bi armanca amadekariyên civîna Yusif Mihemed li gel balyozê Iraqê li Swîsre hatibe pêkanîn.
Herwaha balyozxaneya Iraqê ya li Swîsrê roja 21.09.2016ê belav kiriye, Lecmawî pêşwazî li Reyan Kildanî û Kerîm Nûrî ku endamên desteya Heşdî Şeibî ne kiriye û tê pêşbînî kirin ku bi heman babet û ji bo heman armancê li gel berpirsên Heşdî Şeibî jî hatibe gotûbêj kirin.
Basnews
