• Monday, 23 February 2026
logo

Ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê divê pilaneke piralî hebe

Gulan Media December 22, 2016 Nûçe
Ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê divê pilaneke piralî hebe
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja 21.12.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Harjit Sajan bergiriyê yê Kanadayê û şandeya pê re kir.

Wezîrê bergiriyê yê Kandayê destxweşî li xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, di vê rewşa dijwar de xweragir bûne û di warê leşkerî û mirovî de bi awayekî baş pêşveçûne. Herwesa sipasiya pêşmergeyê Kurdistanê kir ku, digel şareza û pisporên kanadayî ku meşîq û rahînanê bi Pêşmerge dikin, hevahengiyeke baş heye û berheviya welatê xwe jî ji bo dabînkirina alîkariyên pêwîst, nîşan da.

Şandeya mêvan got ku aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê teşwîqkere ku sermayedar û berhemhênerên biyanî ber bi Herêma Kurdistanê bên û di warên cuda de sermayeyê xwe birazînin û hikûmeta Kanadayê jî dê hewil de ku kompaniyên kanadayî jî rû li Herêma Kurdistanê bikin.

Wezîrê bergiriyê Kanadayê got ku divê pilaneke berfireh û piralî bi beşdariya hemû aliyên Îraqê û navdewletî ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê hebe û aramî li deverê bi cî bibe û bawerî di navbera pêkhatan de çê bibe.


Nêçîrvan Barzanî sipasiya wan hevakrî û alîkariyên Kanada di warê leşkerî û mirovî de pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike kir û hevahengiya navbera pêşmerge û şareza û pisporên leşekrî yên kanadayî ku maşêq û rahînanê bi pêşmerge dikin, bilind nirxand. Serokwezîr daxwaz kir ku Kanada li ser pêşkeşkirina hevkariyan , bi taybetî di warê mirovî de, berdewam be ji ber ku piştî destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê hijmareke gelek zêde ya koçbran ber bi Herêma Kurdistanê hatine û hatina wan berdewame.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re diyar kir ku di warê leşkerî de hevahengiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye û berdewamiya wê hevahengiyê bi pêwîst zanî.

Barzanî jî tekîd kir ku pêwîste ji bo qonaxa piştî azadkirina Mûsilê û derdûra wê, pilaneke piralî bê amadekirin daku aramî li wan deveran bi cî bibe û bawerî vegere ku hemû koçber bo ser mal û warên xwe vegerin.

Nêçîrvn Barzanî got ku, rewşa herêma Kurdistanê aram û ewleye û derfetên baş ji bo berhemanînê, niha û paşerojê, hene û dikare ev dervet ji Herêma Kurdistanê ber deverên din yên Îraqê bên guhastin û daxwaz ji şandeya mêvan kir ku kompaniyên kanadayî teşwîq bikin li Herêma Kurdistanê sermaerazandinê bikin.
Top