• Monday, 23 February 2026
logo

Cebhet El Nusrayê kuştina balyozê Rûsya yê Enqerê girt stûyê xwe

Gulan Media December 21, 2016 Nûçe
Cebhet El Nusrayê kuştina balyozê Rûsya yê Enqerê girt stûyê xwe
Rêxistina îslamî û radîkal ya bi navê Cebhet El Nusra, ku navê xwe kiriye “Cebhet Feth El Şam”, kuştina balyozê Rûsya yê Enqerê girt stûyê xwe.

Cebhet El Nusrayê, ku wek El Qaîdeya Sûriyê jî tê nasîn, di daxuyaniyekê de ragihand, balyozê Rûsya yê Enqerê Andrey Karlov ji aliyê endamekî wan ve hatiye kuştin.

Balyozê Rûsya yê Enqerê, pêr li paytext Enqerê ji aliyê polîsekî tirk bi navê Mert Altinbaş ve hatibû terorkirin.


Wî polîsê tirk, dema êrişî balyozê Rûsyayê kiribû, behsa Helebê kiribû û dirûşm gotibû.

Basnews
Top