• Saturday, 31 January 2026
logo

Zoya: Ez gellekî nîgeran im!

Gulan Media October 7, 2012 Hunerî
Zoya: Ez gellekî nîgeran im!
Stranbêja ji Rojava Kurdistanê got ku ew niha mijûlî albûmeke nû ye. Lê ew nav û naveroka vê albûmê eşkere nake û dibêje "ez niha navê wê eşkere nakim û ezê bikim suprîz bo guhdar û hezkiriyên xwe."

Zoya ku ji bajarê Qamişloyê ye dibêje ew nîgeran e himber rewşa Rojavayê Kurdistanê: "Ez gellekî nîgeran im ku şerê birakujiyê bi cûreyekî ji cûreyan li Rojavayê Kurdistanê destpêkiriye, lê tenê xwîn nehatiye rijandin." Zoya di dema borî de sirûdek bo şoreşa gelên Sûriyê jî tomar kiribû.

Zoya, ku bi xwe keseke bejinzirav e, dibêje ku ew gellekî ji qelewiyê hez nake lê "mixabin xelkê Kurdistanê gellekî ji qelewiyê hez dikin. Ev jî ne karekî baş e."

Rudaw
Top