ENKSê banga xwepêşandanê kir
Nûneratiya Encûmena Nîştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li alîgirên xwe kir, ku li dijî kiryarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) yên li Rojavayê Kurdistanê, roja 10ê Kanûnê (10-12-2016) li navenda NY ya li Hewlêrê kom bibin û xwepêşandanê bikin.
Hevdem Emîndariya Giştî ya ENKSê jî daxwaz ji xelkê Rojavayê Kurdistanê kir, ku di heman rojê de li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê dakevin kolanan û xwepêşandanan bikin.
Roja 2ê Kanûnê, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê êrişî ofîsa ENKSê hatibû kirin û piştre Ala Kurdistanê hatibû şewitandin.
Êrişa ser vê navendê di demekê de bû, ku her heman rojê de komeke alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk li gel hêzên Asayişa Rojava, êrişî xwepşandana ENKSê ya li pêşberî Mizgevta Selman Elfarsî ya bajarê Qamişloyê kiribûn.
Rudaw
