Şahê Urdinê serxweşiyê li Serok Barzanî kir
Şahê Urdinê serxweşiyê li Serok Barzanî kir
Fexametê birayê birêz Serok Mesûd Barzanî xwedê we biparêze
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê
Silav û rehmetên xwedê li we bin
Bi xem û kovaneke kûr ve nûçeya koça dawî ya xuşka we ya birêz gihîşt min, xwedayê mezin li wê biborîne.
Rê bidin min rastgotirîn hestên xem û diltengiyên xwe bi we rabigihînîn û hevbeşê xema we bîn li vê helkefta xemgîn da, ji xwedayê mezin û perwerdegar jî hêvîdarim xwedê jêraziyê bixe ber rehmeta xwe û bi bihûşta fireh şad bike û sebir bibexşê we û malbata we ya birêz.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Şah Abdullahê Duyemê Kurê Huseyn
Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê
