Hejmara koçberên Nînowayê gihişt 90 hezarî
Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Derbaz Mihemed ji Rûdawê re got; “Hejmara kesên ji ber şerê Mûsilê reviyane gihiştiye 90 hezar kesan û heta niha milyonek û 500 hezar kes jî vegeriyane navçeyên hatine rizgarkirin.”
Piraniya kesên, ku ji ber şer direvin li kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê tên bicîhkirin. Rêxistinên navdewletî û herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkariya wan koçberan dike lê bi tevê vê yekê jî koçber ji kêmbûna derfet û xizmetguzariyan gilîdar in.
Derbaz Mihemed eşkere kir, ku Wezareta Koç û Koçberan 2 milyar dînar ji bo navçeya Şingalê xerc kiriye û 300 milyon dînar jî weke padaşt û meaş daye karmendên nexweşxayên koçberan ên li Hewlêrê.
Mihemed herwiha diyar kir, ku di vê heyamê de nexweş û birîndar di van nexweşxaneyan de hatine dermankirin.
Rudaw
