Fuad Hisên: Peyvendiyên me li gel rêveberiya Trump baş in!
Di vê derbarê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Hisên ji K24ê re ragihand, armanca wan zanîna siyaseta îdareya nû ya Amerîka ye. Hisên tekezî kir, ku pêwendiyên wan ligel îdareya Trump baş in û baş jî dibin, ji ber ku wan diyar kiribû piştgîriya Kurdistan û Pêşmerge ne û berî hatina wî bo desthilatê amaje kiribûn ku dê piştgîriya Herêma Kurdistanê bikin.
Çend roj in şandek bi serokatiya Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Amerîka ye û di wê demê de gelek hevdîtin û civîn bi berpirsên pilebilind yên wî welatî encam dane.
Tewera sereke ya hevdîtin û civînên wê şanda Herêma Kurdistanê ew e, rewşa siyasî û leşkerî ya navçê û pirsa hevkarî û piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî şerê DAIŞê ye. Herwiha ew şande dixwaze ji nêzîk ve ligel berpirsên Amerîka bicivin û siyaseta îdareya nû ya wî welatî bizanin.
Basnews
