Tîma Trump: Hêza herî bibandor kurd in!
Mary Beth Long ji rojnameya Hurriyet a tirkî re behsa polîtikaya rêveberiya Trump a Rojhilata Navîn kir.
Long li ser di heyama rêveberiya Trump de helwesta Amerîkayê dê li beramberî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çawa be, wiha got:
“Bihêzkirina têkoşîna li dijî DAIŞê, dê yekem karê wezîrê berevaniyê û şêwirmedê ewlekariya niştimanî yên di bin rêveberiya Trump de be. Hem kurdên Iraqê û hem jî kurdên Sûriyê di vê çarçoveyê de hêzên herî bibandor in.”
Mary Beth Long diyar kir ku karê herî dawîn bikin vekişandin kurdan ji qada şerî yan jî sinrodarkirina hêza Kurdan e û wiha domand:
“Ez bawer dikim ku mijara serxwebûna kurdên li Iraqê û mijara kurdên Sûriyê dê ji hev cûda bêne nirxandin. Jixwe peywendiyên Amerîkayê bi kurdên Iraqê re cuda ye. Hun jî dizanî niha li Hewlêrê û çend cihên din ên Kurdistana Iraqê hêza me ya leşkerî heye.”
Rudaw
