• Monday, 23 February 2026
logo

Gerîllayên PKKê ciwanekî sînorê Amediyê kuştin

Gulan Media December 4, 2016 Nûçe
Gerîllayên PKKê ciwanekî sînorê Amediyê kuştin
Gerillayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê ciwanekî sînorê bajarê Amediyê ya parêzgeha Duhokê dikujin û sê hemwelatî jî bê serşûmin.

Duh êvari 03.12.2016ê pênc hemwelatiyên gundê Gîzê ya sînorê Amediyê bi armanca nêçîrê çûne navçeyên gundê Sêgirê.

Gerîllayên PKKê gule berdane wan pênc hemwelatiyane û di encamê de ciwanek bi navê Remezan Ebdal jiyana xwe ji dest daye, sê hemwelatiyên din jî bê serşûmin û hemwelatiyekê jî xwe veşartiye û piştre vegeriya ye gundê xwe.

Heta naha sedem û çawaniya kuştina wî ciwanî ji aliyê gerîllayên PKKê ve nehatiye aşkera kirin.

PKKê li sînorê Amediyê û Balinde ya parêzgeha Duhokê dest li ser 75 gundan de girtiye û hemwelatiyên wan gundane jî berdewam daxwaz li PKKê dikin ji gundan vekêşin, ji ber bûne hêvinê metirsiya giyana hemwelatiyan.

Basnews
Top