• Monday, 02 February 2026
logo

Di festîvala navdewletî ya 1001 fîlm ya belgewar de 76 fîlm tê nîşandan

Gulan Media September 18, 2012 Hunerî
Di festîvala navdewletî ya 1001 fîlm ya belgewar de 76 fîlm tê nîşandan
15emîn festîvala navdewletî ya 1001 fîlm ya belgewar ya Îstenbolê dê 27 Îlonê dest pê bike û tê de 76 fîlm bê nîşandan.

Li gorî nûçeya CNN Turk, festîvala navdewletî ya 1001 fîlm ya belgewar, dê îsal bo cara 15em li bajarê Îstanbolê yê Turkiyê bê sazkirin.

Li gorî nûçeyê, di festîvalê de, ku dê ji 27 Îlonê heta 2 Cotmehê bidome, 76 fîlm dê bên nîşandan û ji welatên Fransa, Almanya, Hindîstan, Îrlanda, Lubnan, Filîstin, Îspanya, Yûnanistan, Belçîka, Arjantîn, Danîmarka û Hollanda dê 25 derhêner beşdar bibin.

AKnews
Top