• Monday, 23 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya ji bo xelkê xweragirê Amudê

Gulan Media December 4, 2016 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya ji bo xelkê xweragirê Amudê
Spas û pêzanînên xwe pêşkêşî xelkê xweragirê bajarê Amudê dikim, ku bergirîkarê resenayetî û niştîmanperwerî û bihayê bilindê gelê Kurdistanin. Destxweşiyê li we dikim ku bi bîhnfirehî û berxwedanê ala Kurdistanê diparêzin ku ala xwîna şehîdan û hêmaya pêkvejiyan û aştîxwaziyê ye.

Ji wê yekê we piştrast dikim ku rêka niştîmanperwerî û giyana Kurdayetî û resenayetiyê ser dikevê û şermezarî ji bo wan dimîne ku ala Kurdistanê dişewitînin û xort û lawên Kurd êş û îşkence didin û cara dawî jî baca wan tawanan her didin.

Mesûd Barzanî
03.12.2016
Top