Ji Cîhan Çelîk albûmek nû
Cîhan Çelîk di nava mûzîka kurdî de bi stranên ji herêma Qoçgirî tê naskirin. Ew di albûmên xwe de stran û klamên vê heremê berhev dike û bi muzîka nûjen û enstrûmanên otantîk tîne ber guhedervanan. Wan dibe kûrahiya dîroke, kul û derdê mirovên Qoçgirî tîne ziman. Behsa berxwedan, êş û şîna heremê dike.
Albûma ku ji 9 stranan pêk tê, ji nav berhemên Kom Mûzîk derketiye û hemû stran ji herêma Qoçgirî ne û gelerî ne. Berhevkarê stranan jî hûnermend Cîhan Çelîk bi xwe ye.
Rudaw
