Westa Resûl: Hewîce Kurdistane û Pêşmerge dê xwe nekşîne
Fermandarê YNKê û berpirsê eniya başûrê Kerkûkê yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Westa Resûl derbarê çend zanyariyên taybet ên derbarê kontrol kirina qezaya Hewîcê de ji rojnameya Bas re aşkera kirin û ragehand, ji bo kontrol kirina Hewîcê rêkeftina hêzên Iraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pêkhatie û bi çavdêriya hevpeymanan hatiye îmza kirin.
Herwaha got: ‘’Ji aliyê me ve hemû Hewîce Kurdistane û di çarçoveya madeya 140 de, her cîhekî ku di çarçoveya vê madeya destûrî de be, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê dikarin bikevin wan deveran. Em heta Hemrînê wek Kurdistan dizanin û heta wê derê emê pêşde biçin.
Herwaha got, rêkeftina ku li gel hikûmeta Iraqê pêkhatiye de, bi ti awayekê behsa vekişîna hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nehatiye kirin û got: ‘’Tevgera Pêşmerge li wan sînorane bi temamî di bin desthilatî û kontrola fermandariya giştî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de ye û ji aliyê me ve fermandarê yekeya heftê Şêx Cefer Şêx Mistefa serpereştê giştî ye û em jî wek berpirsên eniyan alîkarê wî ne û fermanên ku tên em pêktînin.’’
Wî fermandarê Pêşmerge amaje bi vê jî kir, ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê naha bi temamî di bin kontrola wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê de ye û her du yekeyên heft û heşt fermanê ji wezaretê verdigrin û got: ‘’Ti hêzekî bi navê Pêşmergeyê YNKê û PDKê nemaye û em hemû di bin çetra wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê de ne û li gel yek jî hewsengin bo hember hatina şerê DAIŞê û xwîname têkelî yek bûye. Bi taybet hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kariye rewşa nav herêma Kurdistanê jî ragire. Em ser bilindin ji ber em YNK ne, yan jî PDK ne, di nav Pêşmerge de nemaye û em hemû tenê Pêşmergeyên Kurdistanê ne.’’
Westa Resûl got: ‘’Ti rêkeftineke leşkerî bê çavdêriya hevpeymanan, yan jî bê agahdariya wan nayê kirin, ji ber divê hevpeyman agahiya wan hebe ji tevgera operasyonê, ku bikarin piştevanî û alîkariyê bikin.’’
Basnews
