Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Lê belê bi mixabinî ji bilî derbasbûna çend rojek li ser van axaftinan ku bi navê wî serkirdeyê Encumena Bilinda Îslamiya Iraqî ve ku peywendiyeke dîrokî û kevin û têkoşerane me bi hevre girê dide belavkiriye, me hîç daxuyaniyek ji bo bi derew xistina vê daxuyaniya li vî derbarî de nedît, eger nûçe jî rast derneket û ev daxuyanî li ser zimanê vî birêzî hate belavkirin, em dûpat li ser peywendiya dîrokî û kevin ya di navbera xwe de dikin û eger hêzên Pêşmerge û azayetiya wan hêzan nebûya, hêzên Iraqiyan bi tenê nedikarîn wê serkeftina îro tê dîtin tomar bike, hêzên Pêşmerge li vê operasyonê da karî şaşiyên pêşiya berevaniya terorîstên Da'îş têkbişkêne û wiha kir operasyona Qadmun ya Nînowa berdewam bê.
Eger xwediyê vê daxuyaniyê dixwaze bi vê gefê hilpêkirina şerekî zalimane bike, em dûpat dikin li dîroka xwe da gelek mînakên li van babetan da dîtiye û gelek dûr nîne, eveye dîrok şahidê mînaka Seddam Husên û çekên wî yên komkujiyê û cebxaneyên wê ye, li piştî wê jî rêxistina terorîstî ya Da'îş ku dirindeyî û hêzeke gelek ji Seddam zêdetire û hemû jî li çiyayên serkeşên Kurdistanê hatine têkşikandin.
Gelê me bergiriyê li şaristaniyet û mirovayetiyê dike û her kesek bixwaze bextê xwe li gel me taqî bike û biceribîne dûpat dikin ku çiyayên me yên serkêş hê jî li cihên xwe da mane.
Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21.11.2016
