'Eger negihin hawara me emê goştê hev bixwin!'
Ev gotinên welatiyekî Mûsilê yê taxa Tehrîrê ye. Li dijî DAIŞê şerê herî tund di vê taxê de hatiye kirin. Dibe ku niha li Mûsilê hemû tiştek bombeyek be.
Li taxên Mûsilê yên ku ji aliyê Artêşa Iraqê ve nû hatine kontrolkirin, çar cur livîn û tevgera mirovan tên dîtin. Hinek ji wan xelkê sivîl in û alaya spî bilind dikin û ji ber agirê şer direvin. Niha kampên Herêma Kurdistanê bi van xelkên sivîl tije bûne.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî ji destpêka operasyona Mûsilê heta niha 60 hezar kes ji taxên azadkirî yên Mûsilê reviyane û li kampan hatine bicîhkirin. Tê pêşbînîkirin ku hê jî milyonek û 500 hezar kes di bin deshilata DAIŞê de mabin. Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê pêşbînî dike ku ji ber şer milyonek kes ji Mûsilê koçber bibin.
Tevgera duwemîn jî ya xelkê Mûsilê ye ku biryar dane di bin agirê şer de li malên xwe bimînin. Lê ligel Artêşa Iraqê ev kes “cihê gumanê ne û navê wan xirab” e.
Çekdarên DAIŞê di nava van taxên hatine kontrolkirin de piraniya armancên xwe pêk tînin. Leşkerên Artêşa Iraqê dibêjin, “Di nav xelkê van taxan de DAIŞî hene. Lê çekên xwe avêtine û xwe diveşêrin.”
Tevgera sêyemîn a leşkerên Artêşa Iraqê ye ku bêyî navber hêz diçin nav taxên hatine kontrolkirin û taxên din tên dorpêçkirin. Di van taxan de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.
Tevgera çaremîn jî ya anîna qurbaniyên şer e. Vêca qurbanî yan xelkê sivîl in û yan jî leşkerên Artêşa Iraqê.
Dîmenên şerê nav kolanên Mûsilê wihane. Fermandarekî pile bilind ê Artêşa Iraqê piştî derbasbûna 35 rojên operasyona Mûsilê dibêje; “Me dizaniya ka dê şer çawa dest pê bike, lê em nizanin dê çawa xilas bibe. DAIŞî berevaniyeke tund û bi dînatî dikin.”
Mala xwe kiriye goristan
Fîraz mirovekî 50 salî ye û rihên wî yên spî jiber DAIŞê dirêj bûne. Mala wî di dawiya taxa Zehra de ye ku ev tax weka Taxa Sadam tê naskirin. Ligel çend zilamekî li ber deriyê xwe rawestiyaye. Du guleyên hawanê li ser xaniyê wî diyar dibe û beşek ji bane xaniyê wî hatiye xwarê.
Fîraz dibêje; “Êvarê hawanek li ber deriyê cîranê me ket. Ez hatime derve, paşî du topên hawanê li mala min ketin. Hejjîna min û 3 keçên min di male de şehîd bûn.”
DAIŞ ev du sal û nîv e Mûsilê kontrol dike. Di vê heyamê de cihê xwe yê parastinê di nav bajêr de amade kiriye. Tirsekî mezin di nava xelkê de belav kiriye. Yasa û rêseyên xwe li ser xelkê de sepandiye ku ew kesên ev yasa binpê kirine, rastê cezayên tund hatine. Hinek caran ji ber van cezayan cane xelkê jî stendine.
Pirsgirêka Fîraz û hemwelatiyên din ên nav şerê taxan de, veşartina termê miriyan en. Jiber ku goristan hê jî di destê DAIŞê de ne. Fîraz jî ne çar maye mala xwe bike goristan. Ew dibêje, “Min hevjîna xwe û sê keçên xwe di hewşa malê de veşart.”
Nan di malan de nemaye
Ji metbexa malên taxa Zehra jî diyar dibe ku xelk çawa di nav tunebûnê û di şertên zor de dijî. Li ser dolaba malekî bi navê xwarinê tenê pariyekê nanê hişk hebû.
Jina vê male bi navê xwedê sudn dixwe û dibêje, “Ez vê nanê hişk hûr dikim û dixim nav rûn, paşî parçe parçe didim zarokên xwe.”
Li rojhilatê Mûsilê ev 20 roj in şer û pevçûn hene. Jiber şer rêyên hatinûçûna nav bajêr hatine birîn. Xwarin û vexwarin nagehe destê xelkê van taxan. Ji ber vê yekê jî çavê xelkê li destê leşkerên Iraqê ye ku ji bo wan xwarinê bînin.
“Bigihin hewara me”
Deriyê mala Ebû Fûad, jiber teqîneke bi hêz xirabûye û êdî nayê girtin. Ew dibêje, eger hikûmeta Iraqê û rêxistinên mafên mirovan zû alîkariyê negihînin taxên şer, dê xelk di nav mala xwe de ji ber birsîbûnê goştê hev bixwe.
Xelkê van taxan ji şerê nav kolanan ditirsin lê tirsa wan a mezin jiber nemana xwarin û vexwarinê, şerê nav malê de ye.
Bi roj artêş û bi şev DAIŞ
Artêşa Iraqê gihiştiye heta taxa Tehrîrê. Lê tenê bi roj di nav taxan de ye. Bi şev jî çekdarên DAIŞê di kolanên taxê de digerin. Îbrahîm welatiyeke din ê taxa Tehrîr e diyar dike ku ew bi şev çekdarên DAIŞê dibînin.
Îbrahîm dibêje, “Bi şev min ji pêncerê re dît. Du otomobîl hatine nav taxê, 3 çekdar daketin û termê çekdarên xwe xistin nav otomobîlê û çûn.”
Îbrahîm li gel birayê xwe yê li taxa Qahîrê bi telefonê diaxive û jê dipirse; “Birayê min artêş gihiştiye ber deriyê mala me, nexşe li serê we jî be.”
Roja 18ê Mijdarê, hêzek ji Firqeya Zêrîn a Artêşa Iraqê gihiştine taxa Tehrîrê û hewldan ku taxê bi temamî kontrol bikin. Li kêleka vê taxê taxa Mûharibîn e. Li Mizgefta Ziyar a vê taxê gotarbêjê DAIŞê li ser hoperlorê behsa cîhadê dikir. Nîşangirekî DAIŞê jî li mînareya mizgeftê gule berdida leşkerên Iraqê.
Nîştecihekî taxa Tehrîrê ji me xwest ku em wêneyê termê çekdarekî bigrin. Lê jiber hê jî Firgeya Zêrîn a Artêşa Iraqê negihiştibû vê deverê, me nekarî em herin wê derê.
Wî ji me re got: “Li pêşiya mala min termê çekdarekî DAIŞê hebû. Li ser termê wî gelek bombe û teqemenî hebûn, lewma me nekarî em veşerin. Seyên beredawî beşek ji termê wî xwarin.”
Di nav dukanên taxê de jî termê çekdarên DAIŞê ketine. Termek hebû parçe bibû. Dibe ku xwe teqandibe. Pisîkekê jî li wir goştê wî dixwar.
Surprîzên DAIŞê
Fermandarê Fewca Du ya Liwaya Yek a Firqeya Zêrîn Raid Selam ne veşart ku şerê Mûsilê şerekî giran e û her roj plan û surprîzeke nû yê DAIŞiyan dibînin.
Çekdarên DAIŞê ev du sal û nîv in Mûsilê di bin destê xwe de digrin. Kolanên bajêr baş nas dikin. Leşkerên Artêşa Iraqê jî ji başûr û naverasta welat hatine, piraniya wan Mûsilê baş nas nakin.
Niha hê jî li taxên destpêkê yên rojhilatê Mûsilê şer tê kirin. Diyare ku dê şer wê demê bihêz be ku artêş berê xwe bide kûrahiya bajêr.
Rudaw
