Demîrtaş peyamek derbarê Kaniya Misê de şand
Peyama ku Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş derbarê bûyera Sêrtê de nivîsandiye wiha ye: "Ji ber trajediya ku Şîrwana ser bi bajarê Sêrtê pêk hatibû, ew kesên ku canê xwe ji dest dane xwedê rehma xwe li wan bike û ez sersaxiyê ji bo malbatên wan û gelê me dişînim.”
Herwiha Demîrtaş di peyama xwe de got: “Niha ji Soma û Ermenekê heya Şîrwanê dema avakirina pirên piştevaniyê ne û dem dema parvekirina êş û eleman e. Em ê tekez têkoşîna jiyan û xebateke mirovane qezenç bikin."
Pêr, Li bajarê Sêrtê Kaniya Misê hiweşiya û 16 karker di bin erdê de man. 5 kes ji binê erdê hatin derxistin û hîn 11 kesî jî di binê erdê de mane û tîmên rizgarkirinê hewl didin wan 11 kesan derxînin.
K24
