• Monday, 23 February 2026
logo

Tirkiyê biryara girtina 103 mamostayên zanîngehê da

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
Tirkiyê biryara girtina 103 mamostayên zanîngehê da
Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê fermana desteserkirina 103 mamostayên zanîngehê bi tohmeta endamîtî di tevgera Gulen de derxist. Hêzên Polîs jî di operasyonekê de 70 mamosta desteser kirin.

Piştî ku serdozgeriya giştî ya Stenbolê biryara desteserkirina 103 mamostayên zanîngehê da, îro înê 18ê Mijdarê, Polîsê Stenbolê avêtin ser Zanîngeha Yildiz Teknîk û xwastin ku mamostayan bigirin.

Çavkaniyekî ewlehiyê yê Tirkiyê ji medyayan re ragihandiye, beşek ji wan mamostayan ku pileya profesoriyê hene, bernameya By Look bi kar anîne û ji ber wê yekê biryara girtinê wan hatiye dan.

Di operasyona îro ya hêzên polîs ên Stenbolê de, 70 mamostayên zanîngehê hatin desteserkirin û lêgerîn li dûv 43 mamostayên din jî berdewam e.

Ew mamosta ji aliyê serdozgeriya komarî ya Stenbolê ve bi hebûna pêwendî û endamîtî di rêxistina ser bi Fethullah Gulen de hatine tohmetbarkirin.

Piştî hewla kûdetaya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016ê li Tirkiyê, Hikûmeta Tirkiyê dest bi paqijkirina saziyên hikûmeta, artêş û hêzên ewlehiyê kir û bi dehan hezar kes bi tohmeta pêwendiyên li gel tevgera Gulen hatine girtin.

Herwiha bi dehan hezar kesên din jî ji kar hatine dûrxistin. Hikûmeta Tirkiyê herwiha bi hezaran kes jî bi tohmeta hebûna pêwendî li gel PKK û KCKê jî yan girtine û yan jî ji kar dûr xistine

Rudaw
Top