• Monday, 23 February 2026
logo

Wezîrê tirk: Bila partiyên alternatîfên HDPê werin avakirin

Gulan Media November 18, 2016 Nûçe
Wezîrê tirk: Bila partiyên alternatîfên HDPê werin avakirin
Wezîrê Çandinî û Ajalvaniyê yê Tirkiyê û Parlamenerê AK Partiyê Faruk Çelik got, gelê kurd gellek rengîn e û bila çend partiyên alternatîfên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bên avakirin.

Wezîrê Çandinî û Ajalvaniyê Tirkiyê Faruk Çelik pirsên ofîsa rojnameya Hurriyetê li Enqere bersivandin.

Parlamenterê Rihayê Faruk Çelik pirsa derbarê HDPê de ya “Gelo partiyeke nû dê ava bide?” de wiha got:

"Her çikas zordariyê bikin jî partiyeke siyasî ya alternatîf, dê derbikeve holê. Bila ne partiyek, bila çend partî werin avakirin. Xelkê herêma rojhilata başûr (mebesta wî bajarên Bakurê Kurdistanê) gellek bi reng e. Hinek kesên ku di baweriya mihefezekar, kesên demokratîk û hinek kesên ku taybetmendiyên nîjadî derdixînin pêş hene. Yanî ji her rengî hene. Bila derkevin û biaxivin."

Faruk Çelik herwiha got, kes naxwaze parlamenter û serokên şaredariya yên ku hatine hilbijartin werin girtin.

Rudaw
Top